Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qalîbaf: Divê Amerîka Biryar Bide ka Gelo Ew Dikare Bawerîya Me Qezenc Bike An Na

Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Parlementa Îranê
Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Parlementa Îranê

Serokê parlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, ku serokatîya şandeya danûstandinên Îranê yên bi Amerîkayê re li Îslamabadê dikir, îdia dike ku şandeya Îranê di dema danûstandinan de destpêşxeriyên pêşîn pêşkeş kirine, lê Amerîka nikarî bawerîya şandeya Îranê bidest bixe.

Qalîbaf di peyamekê de li ser platforma X'ê nivîsand " Amerîka lojîk û prensîbên Îranê nas dike. Niha dem hatiye ku biryar bidin ka ew dikarin bawerîya me qezenc bikin an na."

Berê, cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance, ku serokatîya tîma danûstandinên Amerîkayê dikir, piştî 21 demjimêran ji danûstandinan bi nûnerên Îranê re got ku ew negihîştine rêkeftinekê, û got ku ev ji bo Komara Îslamî nûçeyeke xirab e.

JD Vance herwiha gotbû "Bêyî ku rêkeftinek çêbibe em vedigerin Amerîkayê. Me hêlên sor eşkere kirine."

Gotûbêjên Amerîka û rejîma Komara Îslamî ya Îranê piştî 21 demjimêran sibeya roja Yekşemê bê encam bi dawî bûn.

Mijarên herî girîng ên di danûstandinên Îslamabadê de yên ku lihevkirin li ser çênebûye, mijara uranyuma dewlemendkirî ya bernama navokî ya Îranê, vekirina Tengava Hormuzê û berdana serwet û pereyên Îranê yên cemidandî bûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump du hefte dem da Komara Îslamî ya Îranê da ku danûstandinan bike û bigihêjin rêkeftinekê. Tora yekê a danûstandinan bi navbeynkarîya Pakistanê pêkhat, lê weke serokatîya şanda Amerîkî ragihandbû ku ew ligel Îranê negihane ti rêkeftinan.

Ne diyar e ku herdu alî ka dê di pêşerojeke nêzîk de vegerin ser maseya danûstandinan yan na, lê serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemîyê got ku ji bo wî ne girîng e ku gelo rêkeftin bi Komara Îslamî ya Îranê re çêbibe an na.

This item is part of
XS
SM
MD
LG