Şerê di navbera Hêzên Ewlekarîya Hundirîn yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û milîsên Parastina Netewî (Dîfa Wetenî) ya ser bi rejîma Sûrî, li taxa Al Tey ya bajarê Qamişlo piştî çend seatan ji agirbestê careke din destpê kir.
Şandeyeke hevbeş ya polîsên leşkerî yên Rûsî û serbazên rejîma Sûrî derbazî taxa Al Tey bûn û di amadebûna wê şandeyê de êrîşên Dîfa Wetenî berdewam kirin û wan êrîşî çend xalên Asayîşê li wê taxê kirin.
Di encama êrîşên îro de jimareke endamên Asayîşê û du zarok birîndar bûn.
Li alîyê din, bi hezaran şenîyên Qamişlo endamê Asayîşê Xalid Hacî, ku di roja yekê de di êrîşa Dîfa Wetenî djîyana xwe hinda kiribû, li Goristana Çehîdan sipart axê.