Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Teqînên Dawî li Rojava û Bandorên Ser Jîyana Gel


Di van çend rojên dawî de herêma bakur û rojhilata Sûriyê rastî zincîrek teqîn hat ku di encamê de gelek kes hatin kuştin.

Di teqîna roja Yekşemê de li bajarê Girê Spî, Tirkiyê Hêzên Kurdên Sûriyê tawanbar kirin û di yên doh Duşemê de li bajarê Qamişlo, Kurdan gurûpa terorîst Daiş tawanbar kir.

Serkirdeyên Kurd dibêje Daiş hîn şaneyên razayî hene û metirsiyê li ser herêmê disepîne.

Civaka navnetewî jî, di vê derbarê de, xemên xwe derbirîn û got renge Daiş careke din xwe bide ser hev û bihêz bibe.

Teqînên wiha çiqas metirsiyan li nav xelkê sivîl belav dikin?

Operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê çiqas van teqînan gur dike?

Hêzên ewlekariyê dikarin çi bikin ji bo nehêştina van cûre teqînan?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hekem Xello, endamê desteya rîsipiyên bakur û rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Qamîşlo dimîne û Leyla Qemer, nivîskar û çalakvan ku li bajarê Dêrîkê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 11-12-2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:00 0:00


XS
SM
MD
LG