Katên ku av tê de digihêje malan prr kêm bûne û şaredarî çareyeke demkî dike ku avê ji sehrîcan (tankeran) ji hemwelatîyan re belav bike.
Welatî gazinan dikin ku belavkirina avê di rêya sehrîcan têra çareserî nake û pir caran ew neçar in avê bi buhayeke bilind bikirin.
Ebdulrehîm Îskan, rûniştivanê taxa Xerbî ya Qamişlo dibêje ku jibo taxa wan sehrecike tenê heye û ew pêdivîya taxê pêk nayîne.
Fadil Hesen jî dibêje ku ew ti sedemê nabîne ku av li Qamişlo kêm be.
Sazîyên têkildar bi avê li Qamişlo hin sedeman tînîn ziman ku dihêle alozîya avê hebe.
Xala dabeşkirina avê li taxa Xerbî dibêje ku 4 sehericên wan hebûn, lê niha tenê yek j iwan kar dike.
Xesan Wehîd, berpirsê paqijîya avê ya taxê dibêje ku ew ji seet 6 sibehê heya derengîya şevê avê ser welatîyan belav dikin, lê sehricek tenê têra vê yekê nake.
Rewşa şer û girtina derîyê sînoran sedemên sereke ne ku alavên belavkirina avê ji navendên sereke yên bajaran neyên saz kirin û derkevin ji kar.
Karîna rêvberîya xweser ya sînordar û ezmûna wê ya kêm sedemên din in ku bihêle berdewamî ev kêşe hebe.