Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê li Qamişlo Îro jî Berdewam E, Rejîm bi Hawanan Êrîşî Taxên Sîvîlan Dike


Kolanên bajarê Qamişlo jiber şerên giran vala ne
Kolanên bajarê Qamişlo jiber şerên giran vala ne

Li Qamişlo şerê navbera hêzên Kurdan û rejîma Esad Îro Pênçşemê berdewam dike. Dora seet 12'ê nîvro trombîlek li nêzîkî avahîya Asayîşê ya li taxa Wehdê hat peqandin.

Fermandarê Asayîşê Delîl Ebas agahîyan li ser rewşa heyî dide temaşevanên me.

Piştî peqînê şer bi rengekî xurtir berdewam kir. Herwiha şer piştî peqînê cûreyên çekan jî bilindtir bû û rejîm bi roketên hawan taxên sîvîlan armanc girt û şervanên Kurdan bi êrîşên giran bersîv dan.

Bi karanîna çekên giran, gelek sîvîl jî hewil didin ku ji bajarê Qamişlo derkevin û herin cîhên ewletir.

Hêzên Rejîmê li Qamişlo bi Hawanan Êrîşî Sîvîlan Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG