Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Qanûna Qeyser Û Bandora Wê ya di 10 Rojan Da


FILE - Syrian pounds are pictured inside an exchange currency shop in Azaz, Syria, Feb. 3, 2020. Rising prices and a drop in the currency's value have pushed ordinary Syrians to vent their anger in recent protests.

Sizayên aborî yên Amerîka li ser rejîma Sûrî 17ê meha Hezîranê yên bi navê qanûna Qeyser hatin bi cîh anîn.

Piştî borîna 10 rojan bi ser praktîze kirina sizayên aborî çi bandor li ser herêmê û rejîma Sûriyê kirîye û kî dê sûdmende be ji encamên sizayên aborî li ser rejîmê?

Dê ev siza bibin sedema ketina rejîma Beşar Esad yan dê lawaz bike û neçar bibe rewşita xwe ya siyasî biguherîne?

Raportên ji herêmê tên, didin xuya kirin ku Tirkiyê lîreyê xwe xistîye herêma bakurê Sûriyê li Efrîn Û Îdlibê piranî kar bi lîreyê Tirkî tê kirin, jiber ku lîreya Sûrî li hember dolar gelek lawaz bûye.

Li jêr siya van sizayan herêmên Kurdan yên li bakuê rojhilatê Sûriyê dê di çi rewiş da bin, Amerîka dê çawan qanûna Qeyser li wê herêmê bicih bîne yan alîkariya desthilata herêmî bike û Rêveberiya Xweser dikare çi bike?

Ev mijar di bernama Tîrêj da bi mêhavanên bernamê ra hate gotûbîj kirin, mêhvanên bernamê berêz Xorşîd Elîka Pispor û aborzan ji Almanya, berêz Zûhêr Alî, çalakvanê siyasî ji Efrîn ku niha li Tirkiyê dijî, herwiha nûçegihanê Dengê Amerîka Zana Omer ji Qamişlo tevlî bernamê bû.

Xorşîd Elîka Aborînas - Almanya
Xorşîd Elîka Aborînas - Almanya


Pêşî berêz Xorîşd Elîka got"di van 10 rojan da kesek nikarî bû alîkariya rejîmê bike, ne ji Ereban ne kesên din, dewleta Îmarat dixwest di warê avakirinê da alîkarî bikin lê Amerîka qebûl nekir, Rûsya jiber ku rewşa wan jî zehmete nikarin alîkariya rejîmî bikin, Îran jî nema dikare gelek piştgîrîyê bide rejîmê, lê dîsan jî wezîrê derve Welîd Al Mûalim dibêje Îranê dê pişta me bigire."

Elîka herwiha got"Amerîka 6 meh weke derfet dan rejîmê û gote Rûsan eger ku rejîm xwe biguherîne û were Cenvre rune,lê Welî Mûlalim derket û dibêje emê alîkariya milet bikin û ambargoyê vala derxin, lê Rûsya ji wan re got, nabe hûn weha bikin jibr ku zext li ser me heye, divê Rûsya tiştekî weha bike ku rejîm silok û rewşta xwe biguherîne."

Zuhair Alî Çalakvanê Siyasî-Efrîn - Tirkiye
Zuhair Alî Çalakvanê Siyasî-Efrîn - Tirkiye


Herwiha mêhvanê bernamê berêz, Zuhêr Alî got"Em dikarin behsa bandora wê li ser herêmê û li ser gel bikîn, jiber ku bandora li ser rejîmê hêjî nayê zanîn, lê ya tê zanîn û rastîyeke gel di êşe, gel di perîşaniyek pir giran daye."Berêz Zûhêr herwiha dibêje, mixabin ku Amerîka û yên destê xwe xistine di nav karê Sûriyê da li çareseriyê nagerin, ew dixwazin Îdara pirsgirêkê û kirîzê bikin nek armanca wan çareseriye.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li herêma Cizîrê Zana Omer ji Qamîşlo tevlî bernamê bû da zanîn ku , niha piştî qanûna Qeyser hat bi cih anîn li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bandora wê li ser erdê heye, dema em raportan çê dikin dibînin ku nirxê kel û pelan bilind bûye, nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê pir buha bûye, rêveberîya xweser jî xwest hind tedbîran werbigirin, wan mûçeyên karmendan bilind kirin û vê bandorek erênê kirîye, jiber ku nêzî 150,000 karmendên Rêveberîya Xweser hene, mûçeyê wan 150% hatin zêde kirin û gotin ku ewê piştevniyê bidin nanpêjan jibo peydakirina nan alîkarî bikin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:15 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG