Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Û Bahreyîn Helwesta Trump ya li Hember Qatar'ê Bilind Dinirxînin


Serok Donald Trump (R) û Emîrê Qatar Şêx Tamim Bin Hamad Al-Thani (Ç), Riyaz, Erebistana Saûdî 21î Gulanê 2017.
Serok Donald Trump (R) û Emîrê Qatar Şêx Tamim Bin Hamad Al-Thani (Ç), Riyaz, Erebistana Saûdî 21î Gulanê 2017.

Îro Şembiyê Erebistana Saûdî û dewleta Bahreyîn helwesta Donald Trump serokê welatên Yekgirtî yên Amerîka derbarê Qatar bilind niraxnd û gotin, helwêstek "bi biryar bû", dema serok Trump Qatar hişyar kir daku êdî piştevaniya terorê neke.

Dewleta Bahreyîn di raporekê de ku, ji aliyê ajansa wî welatî ve derbarê daxûyaniya Trump weşandiye dibêje, ew helwesta serok Trump ya li dij Qatarê baş dibînin ku êdî ew welat alîkariya madî û piştevaniyanede terror û şîdetkariyê.

Bahreyîn dibêje "Ev hewlestê tûnd ya Amerîka di çarçeva tekez kirinawê ya şerê li dij hemû cûrên terorê ye, herweha xûrtkirina hewldanên navnetewê jibo jinavbirina terorê".

Wek tê zanîn doh roja Înê serok Trump di peyameke xwe de Qatar derbarê piştevaniya terorê hişyar kir û got "mixabin Qatar dîrokek wê ya piştevaniya terorê ya madî liser astekê bilind heye", di heman demê de, wezareta berevaniya Amerîka, Pentagon û wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di warê bandora ambargoya dewletên Arabî de liser Qatarê yên bazirganî, leşkerî û mirovatî hişyarî dabûn.

Roja Şembiyê ajansa Erebistana Saûdî raporek weşandîye behsa daxûyaniya wezîrê derve Rex Tillerson dike dema agahiyên derbarê metirsiya Qatar ya piştevaniya terorê dabûn, lê raporê behsa gotinên Tillerson nekirin yên dibêjin ambargoya welartên Arabî liser Qatarê dê ziyan bigehînin welatiyan asayî, ji aliyê bazirganî û mirovatî ve dê xelkê normal yê Qatarê ziyanê bibînin.

XS
SM
MD
LG