Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kupaya Cîhanî ya FIFA 2022 li Qatar Destpê Kir


Mondyala Qeter 20 Nov. 2022.
Mondyala Qeter 20 Nov. 2022.

Qatarê roja Yekşemê, ku welateê yekem yê rojhilata navîne mazûvaniya yekem Kupaya Cîhanî ya FIFa 2022ê dike, merasîma vekirinê bi amadebûna hin serokên cîhanî û mîlyonan temaşevanên futbolê kir.

Ev di wî çaxî de ye ku ew welatê zengîn û xwedî enrejiyek bihêz ji hêla gelek aliyên navneteweyî de hat rexne kirin û tîma wê ya netewî di roja yekê de li hember tîma netewî ya Ekvatorê şikestin xwar.

Merasîma vekirinê bi dengê aktor û lîstikvanê Amerîkî Morgan Freeman û têmaya erebî ya bi hoştir û deveyan, û bi dirûşma "her kes bi xêr hatîye" dest pê kir.

Bi mîlyonan hezkirî û temaşevanên futbolê mondiyala Qatarê dişopînin, di lîstika yekê de ku di navbera tîma netewî ya Ekwador û Qatarê de pêkhat.

Êvariya Yekşemê, tîma neteweyî ya Qatarê di pêşbirka xwe ya yekem ya Koma A ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê de li welatê xwe, di pêşbirka ku li yarîgeha El Beyt ya bajarê El Xor li bakurê paytext Dohayê hat lidarxistin de, bi 0-2 têk çû.

Tîma neteweyî ya Ekwadorê ji çewtiyên golparêzê Qatarê Saad El-Şîb û yek ji parêzvanên wî sûd werdigire, lewra Ener Valencia piştî ku tenê sê deqe ji maçê derbas bûn, ji nêzîk ve bi serê xwe gol avêt.

Li aliyek din, rojekê beriya lîstikan, serokê FIFA Gianni Infantine behsa rexnekirina FIFA û Qatarê li ser tûrnûvayê kir û got, di dema çêkirina hin stadyûmên tûrnûvayê de mafên karkerên koçber hatine binpêkirin.

Infantino Şemiyê di preskonferansekê got "Îro ez hest dikim ku ez Qatarî me, îro ez xwe wekî Erebekî dibînim. Îro ez hest dikim ku ez Afrîqayî me, hevregezxwazim. Îro ez hest dikim ku ez seqet im. Ez karkerek koçber im."

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û koalîsyona komên mafên mirovan bang li Qatar û FIFAyê kirin ku soz bidin ku binpêkirinên mafên kedê yên ku ji hêla hezaran karkerên koçber ve hatine dîtin û pêkhatine, çareser bikin.

Dema ku Qatar xwe amade dikir ji bo mêhvandariya Modniyala FIFA 2022ê, Komên mafên mirovan Qatar tawanbar kir ku karkerên koçber dixe bin şert û mercên dijwar yên xebatê, di nav de nedayîna mûçeyên tam û neçarkirina wan ku di germê de ji bo demên dirêj kar bikin.

XS
SM
MD
LG