Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderek Dîplomasî: "Qeter Çalakiyên Ofîsa Hamasê Radigire û ji Danûstandinên Gaza Vedikişe"


Pro-Palestinian demonstrators take part in a rally to condemn the assassination of Hamas leader Ismail Haniyeh, at Hagia Sophia Square in Istanbul, on August 3, 2024.
Pro-Palestinian demonstrators take part in a rally to condemn the assassination of Hamas leader Ismail Haniyeh, at Hagia Sophia Square in Istanbul, on August 3, 2024.

Çavkaniyekî dîplomatîk roja Şemiyê ji AFP re got ku Qeter ji rola navbeynkarê di hewildanên agirbestê li Gaza û azadkirina dîlên Îsraîlê vekişya û ji Hamasê re jî gotîye ku mana we li Dohayê "êdî xizmeta armanca heyî nake".

Jêderê ku ne xwest navê xwe eşkere bike got, "Qateriyan ji Îsraîlî û Hamasê re gotin ku heta ku redkirina lihevhatinekê bi niyeta baş hebe, ew ê nikaribin bo navbeynkariyê berdewam bibin," herwiha dibêje, "Di encamê de, êdî mana ofîsa siyasî ya Hamasê xizmeta armancber nake.”

Karbidestekî payebilind yê rêveberiya Amerîkî roja Îniyê ji Reutersê re got ku Amerîka Qatar agahdar kiriye ku hebûna tevgera Hemas a Filistînî li Doha "êdî nayê qebûlkirin" piştî ku tevgerê di çend hefteyên borî de pêşniyara herî dawî ya gihîştina lihevkirinê ji bo azad kirina rehîneyan red kir.

Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê re axivî, destnîşan kir ku Qeterê "ev daxwaz nêzî 10 roj berê pêşkêşî rêberên Hamasê kiriye."

Lê girêdayî mijarê AFP îro Şemiyê ragihand ku Lîderekî Hamasê ku nexwest navê eşkere bibe got "Ti daxwaznamek ya Qatarê derabrê daxistina ofîsa siyasî ya Tevgerê li Doha ne gihaye wan."

Qeter, Misir û Amerîka di danûstandinên ji bo rawestandina şerê li Gaza ku piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê dest pê kiribû, di navbera Îsraîl û Hamasê de rola navbeynkariyê dileyizin

Di dawiya meha cotmehê de, nûçeyên medyayî yên rojnameyên Îsraîlî diyar kirin ku Hamasê bi navbeynkariya Amerîka, Qeter û hin aliyên navneteweyî pêşniyarek wergirtiye ku tê de agirbestek 30 rojî heye.

Rojnameya Îsraîlî "Haaretz" diyar kir ku ev agirbest dê di navbêra 11 û 14 rehîneyên li Gaza dimînin serbest berdin.

Li gorî rojnameya Times of Israel armanca vê pêşniyarê destpêkirina danûstandinên nerasterast di navbera Îsraîl û Hamasê de bû ji bo bidestveanîna serkeftinekê di kirîza heyî de, bi armanca azadkirina hêdî hêdî ya dîlên din di heyama agirbestê de.

Jêder: AFP/Alhurra

XS
SM
MD
LG