Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Qatarî û Misirî jibo Dawîkirina Tundîya li Gaza Hewilên Dîplomatîk Zêde Dikin


Sîsî û Şêx Temîm
Sîsî û Şêx Temîm

Karbidestên Misirî û Qatarî îro li Qahîre ser rewşa şerê Îsraîl û Hamasê civîn ku jibo kêmkirina tundîyê li Gaza, peydakirina alîkarî û azadkirina dîlên Îsraîlî navbeynkarî bikin.

Di civîna Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û rêberê Qatarî Mîr Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî de rêkên aramkirina rewşa Gaza û peydakirina alîkarîyên mirovahî ya jibo 2.3 mîlyon Filîstînîyên li wir hate nirxandin.

Serdana mîrê Qatarê rojeke piştî hevdîtina serokwezîrê Qatarê ya bi serokên CIA û Mossadê re li Doha pêk tê ku jibo peymanakê ser berdana dîlên destê Hamasê û navberdayîna şerê li Gaza peyîvîbûn.

Hevdem, prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bîn Salman îro Înê êrîşên Îsraîlê û armanckirina sivîlan li Gaza şermezar kir.

"Em rewşa ku Gaza rûbirû ye û êrîşên leşkerî yên Îsraîlê, armanckirina sivîlan, koçberkirina bi zorê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji hêla karbidestên dagirker yên Îsraîlê ve şermezar dikin."

Mihemed bîn Salman, ku piştî tundbûna êrîşên Îsraîlê yên ser Gaza danûstandinên ser asayîkirina têkilîyên bi Îsraîlê re rawestandibû, bang li Îsraîlê kir ku şerê li Gaza bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG