Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavî Êrîşên Îranê bi Ser Deverê Şermezar Dike

Emblems of Arab States
Emblems of Arab States

Hêzên Îranî û darsetên wê jimarek êrîşan bi mûşek û dronan dijê welatên herêmê kirine, di heman dem de, Amerîka û Îsraîl bi êrîşan bersiva rejîma Îranê dide.

Di daxuyaniyek hevbeş de, Amerîka, Behrêyn, Urdun, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî êrîşên bê berpirsiyar yên mûşek û dronên Îranê li dijî serweriya welatên herêmê şermezar kirin.

Wezareta Berevanîya Îmaratê li roja Duşemê ragihand, ku hêzên wan her ji dema destpêkirina pevçûnan, 161 mûşekên Îranî û 645 dronan asteng kirine û sê kes kuştine.

Wezareta Berevanîya Qeterê ragihand, ku hêzên wan du firokên SU-24, digel 7 mûşek û 5 dronan xistine xwarê.

Wezareta Navxweyî ya Qeterê dibêje, ku di êrîşên Îranê de herî kêm 16 kes birîndar bûne.

Wezareta Karên Hundir a Behrêynê dibêje, ku di êrîşên Îranê de kesek hatiye kuştin. Ragehandîna wî welêt got, ku Îranê êrîş bi 70 mûşek û 50 dronan kirine .

Wezareta berevanîya Erebistana Siûdî dibêje, ku wan 5 dron li nêzîkî baregeha asmanîya Şazade Sultan xistine xwarê, herwiha êrîşeke dronan jî bû sedem ku Kompanîya Aramco ji kar bixe.

Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ragihand ku di êrîşên Îranê de yek kes hate kuştin.

XS
SM
MD
LG