Hikûmeta Qatarê ku di ûerê Îsraîl û Hamasê de navbeynkarî dike, ragihand ku agirbesta bi mebesta sedemên mirovahî ya li Gaza du rojên din hatiye dirêj kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Qatarê Mecîd El Ensarî ji X’ê ragihand ku jibo navber du rojên din bidome lihevkirin çêbûye.
Îsraîlê hîn ti şîrove nekiriye, lê Qesira Sipî jî dirêjkirina navberê piştrast kir.
Li gor lihevkirina pêşî ya roja Duşemê bi şev diqede çaverê bû 11 dîlên Îsraîlî û 33 girtîyên Filîstînê bihatana berdan.
Qesira Sipî dîyar kir ku ew li bendê ne ku di koma dawî de 2 jinên Amerîkî jî hebin.
Hamasê ragihand lîsta girtîyên Filîstînî yên dê werin berdan ketiye destê wê ku li gor lîstê ji girtîyan 3 jin in û 30 jî zarok in.
Wê rêxistinê dîyar kir ku wan bi Qatar û Misirê re ser dirêjkirina navberê li hev kiriye.
Karbidestekî Hamasê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku ewê navber bi şertên navbera berê bidomînin.
Hîn ne zelal e ku ewê di navber dirêjkirî de çend kesên din werin berdan.
Misirê di rojên borî de gotibû ku ewê li hember 20 dîlên Îsraîlê 60 girtîyên Filîstînî serbest bimînin.
Jêder: Reuters