Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeter: Du Şaneyên Sîxurîyê yên Îranî Hatine Girtin

Wall Street Journal, ji zarê ajansa nûçeyan a dewleta Qeterê ragihand ku ajansên ewlehîyê yên Qeterê du şaneyên supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê girtine.

Karbidestekî Qeterê got ku ji şaneyekê hatiye xwestin ku wêranîyê bike û ji ya din jî ku sîxurîyê bike.

Di heman demê de, Wezareta Berevanîyê ya Qeterê roja Sêşemê got ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin, li baregeha esmanî ya El-Udeyd li Qeterê, ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn e, xistiye.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku du mûşekên balîstîk ji Îranê ber bi Qeterê ve hatine avêtin, ku yek ji wan pergala parastina esmanî wêran kir, lê ya duyemîn li baregeha esmanî ya El-Udeyd a Qeterê xistiye, lê ti qurbanî nebûne.

Wezaretê li ser cihê mûşekê an jî asta zirarê ti hûrgilî nedane.

Baregeha esmanî ya El-Udeyd, ku ji hêla hêzên Qeterî û Brîtanî ve jî tê bikar anîn, li derveyî Dohayê ye.

Îranê sala borî jî di bersiva bombebarana baregehên wê yên navokî ji hêla Amerîkayê ve baregeh armanc girtibû.

XS
SM
MD
LG