Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Qeterê ji bo Kombûna bi Talîbanê re Serdana Afghanistanê Kir


Li gorî daxuyaniyeke wezareta derve ya Afghanistanê, nûnerê wezîrê derve yê Qeterê roja Yekşemê serdana paytexta Afghanistanê kir û bi wezîrê derve yê rêveberiya Talîbanê re civiya.

Serdan tê piştî ku rêveberiya Talîbanê perwerdeya jinan û xebata rêxistinên ne hikûmî sînordar kirin, ku Qeter bi "xemên kûr" bi nav kir di nav rexneyên berfireh ên navnetewî de.

Nûnerê taybet ê wezîrê derve yê Qeterê Mutlaq Bin Mecîd El-Qehtanî beşdarî civînên ligel wezîrê derve yê bi wekalet Amir Xan Mutteqî li Kabulê bû, li gorî berdevkê karûbarên derve yê Afghanistanê Ebdulqehar Belxî.

Balxî got,"Her du aliyan li ser hevrêziya siyasî, bihêzbûna pêwendiyan û alîkariyên mirovî gotûbêj kirin."

Ti welatekî biyanî bi fermî hikûmeta Talîban nas nekiriye, tevî ku Çînê û Pakistanê sala borî wezîrên xwe yên derve şandin û cîgirê nûnerê taybet ê NY vê dawiyê serdana wê kir da ku li ser mafên jinan û alîkariyê gotûbêjan bike.

Qeter ji sala 2012an ve cihê nivîsgeha siyasî ya Talîbanê bû, dema wan li dijî hukûmeta ku rojava piştgirîya wê dikir şer dikir, ta ku wan di sala 2021an de desthilatdarî bi dest xist.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG