Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Welatên Ereb Dema Bersivdana Qatarê Du Rojên Din Dirêj Dike


Şahê Saûdî Salman, Serokê Amerîka Donald Trump û Emîrê Qatar Şêx Tamîm bin Hamad Al-Thanî.
Şahê Saûdî Salman, Serokê Amerîka Donald Trump û Emîrê Qatar Şêx Tamîm bin Hamad Al-Thanî.

Herçar welatên Erebî yên Qatarê bi alîkarîya terorê tawanbar dikin, dema bersivdana daxwaz û şertên xwe bo wî welatî du rojên din zêde dike, heta roja Sêşembê divê Qatar bersivê bide..

Îro Duşembê wezîrê derve yê Qatarê tevî nameka bi dest nivêsî ji Emîrê Qatar giha Kuwait.

Ajansa Kwait'ê KUNA, ragihand ku, wezîr derve yê Qatar'ê Şêx Mohammed bin Abdulrahman Al Thanî, namek jibo Emîrê Kuwaitê Şêx Sebah Al Sebah anîye û gihaye bajarê Kuwait, Şêx Sebah Emîrê Kuwaitê, niha hewil dide navbera Qatar û herçar welatên Erebî, Erebistana Saûdî, Îmarat, Bahrain û Misrê bi riyên dîplomasî û diyalogê çareser bike.

Wek tê zanîn her îro roja Duşemê herçar welatan, 48 satên din, dem da Qatarê daku, Qatar şert û mercan wan bicî bîne.

Li aliyekî din serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji herdu aliyên nakokbar kir daku pirsgirêkên heyî di navbera xwe de çareser bikin.

Wek tê zanîn Qatar bi alîkarîya terorê û têkliyên nêzîk ligel Îranê, hatîye tawanbar kirin, 4 welatên erebî çendîn şert û merc di çend xalan de danîne pêşîya Qatarê daku bi cî bîne, ji wana derkirin û desteserkirina hejmarek kesatiyên oldar yên ku, piştevaniya terorê dikin û li Qatar dimînin, herweha daxistina kenalê Al Jazîra TV û bingehê leşkerê Tirkî li Qatar, lê hercarê Qatarê hevkarîya xwe ya bi teror û terorîstan re red kirîye.

XS
SM
MD
LG