Lînkên eksesibilîtî

Welatên Kendavê: Dibe Sizayên Zêdetir Liser Qatar Bên Danîn


Çavkanîyên mediya welatên Kendavê roja Çarşemê dan zanîn ku, Qatar dê rastî dorpûçkirinek zêdetir bihê û dibe ji Civata Hevkarîya Welatên Kendavê bihê qewitandin, eger bersivdana wê ya 13 xal û mercan li gûr daxwazên welatên Kendavê û Misrê nebe.

Tê çaverêkirin Erebistana Saûdî, Îmarat Misir û Bahrain li Qahîre kom bibin, derbarê bersivdana Qatarê ya 13 xalan gotûbêjan encam bidin.

Berpirsên welatên Kendavê dibêjin, bersivdana Qatar ya 13 xalan cihê danûstendinê nînin û divê siza liser Qatarê bên zêdekirin, herweha Qatar ji civata Hevkariya Kendavê bihê qewitandin, civata hevkariya Kendavê yaku sala 1981 an di navbera welatên Kendavê de hatî damezrandin Qatar endamekî vê civatê ye.

Doh wezîrê derve yê Qatarê Şêx Mohamed Bin Abdurahman Al Thanî di prês konferansek hevbeş de, li gel hevpîşeyê xwe yê Elman Sigmar Gabriel ragihand bû ku, "Qatar di çarçeva rêzgirtina serweriya welatan de tev digere, lê ew ne amdene jibo serweriya welat xwe destan dahêlin".

Wek tê zanîn du hefte berê, Erebistana Saûdî, Îmarat, Misr û Bahrain'ê, ambargoya abûrî û siyasî danîye ser welatê Qatar û 13 xal weke merc liser wî welatî danîne ku bicî bîne, eger na dê sizayên zêdetir liser hên danîn û dibe ji Civata Hevkarîya Welatên Kendavê jî bihê qewitandin.

Welatên kendavê Qatarê bi piştevanîya terorê tawanbar dikin, lê Qatar wê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG