Îro Şemiyê li gûr daxûyanîya wezareta derve ya Misrê, herçar welatên Ereb, Misir, Erebistana Saûdî, Dubai û Bahrain dê li bajarê Mename paytexta Bahrain kom bibin, derbarê guherînên herî dawî yên birîna têkiliyên bi Qeter re.
Destpêka meha bûrî Misirê û hersê welatên kendavê Erebistana Saûdî, Dubai û Bahrainê têkiliyên xwe bi Qeterê re dabûn qotkirin û ew bi piştevanîya terorê û nêzîk bûna ji Îranê tawanbar kir bû.
Daxûyaniya wezareta derve ya Misirê ku doh hatîye weşandin, dide zanîn ku civîna li Mename dê du rojan vekêşe, herweha di civînan de, dê liser yek kirina helwestên van welatan li hembr Qeterê ête rawestîn.
Herçar welatên Ereb di civînan de dixwazin bizanin kanê givaştin û mercên liser Qeterê hatbûn sepandin gihane çi ast û Qeterê çend pêgirî bi 13 xalan kirîye yên ku van welatan destpêka vê mehê weke merc danî bûn bersîngê Wê, mercê herî pêşîn jî, birîna piştevanî û alîkarîya grûb û kesayetiyên tûndrê û terrorist bûn, herweha dûrketina ji Îranê dîsan mecekê giring yê herçar welatên Erebîye li hember Qeterê.