Kompanîya Qatar Airways îro Çarşemê ragihand ku bi sistkirina tedbîrên girêdayî vîrusa korona, ewê di nav vê hefteyê de dest bi firehkirina tora xwe ya firînê bike.
Qatar Airways ku kompanîya dewleta Qatarê ye, yek ji şend şîrketên esmangerî bû ku do dema pandemîya korona de firînên xwe nesekinandibû û ji 30 cîhan re difirî.
Qatar Airways di daxîyanîya nivîskî de ragihand ku armanca wê heta dawîya Gulanê firehkirina tora wê ya heta 53 cîhên firînê ye û ew plan dike ku heta dawîya Hezîranê ji 80 cîhan re bifire.
Daxuyanî da zanîn ku 33 cîhên firînê li herêma Asya-Pasîfîk, 23 li Ewrupa, 20 seranser Rojhilata Navîn û Afrîqa, û 4 jî li parzemîna Amerîka bin.