Reuters’ê ji zarê Wezîrê Aborî yê Tirkîyê Nîhat Zeybekçî ragihand ku wî welatî, ji destpêka ambargoya Welatên Kendavê ya li dijî Qatarê, 197 firokên kargo, 16 kamyon û keştîyek alîkarî şandine wir.
Wezîrê Aborî yê Qatarê Ahmed bîn Casim el-Tanî, li Enqere ya paytaxta Tirkîyê, di hevdîtina bi Zeybekçî re dîyar kir ku rêkên behrê û erdê yên Doha tevî ambargoyê jî bênavber dişixule.
Piştî Erebîstana Saudî, Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreynê, bi tohmeta alîkarîya terorê li dijî Qatarê ambargo ragihand, Tirkîyê da zanîn ku ewê piştgirîya Qatarê bike.
Ji alîyê din ve, Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tilleson, ewê îro li Cîdde ya Erebîstana Saudî, bi wezîrên her çar dewletên ku ambargo ragihandîye re kom bibe.