Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ambargoya Ser Qatarê Didome


Wezîrên Karên Derve yên Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê ser toleyên li dijî Qatarê îro Çarşemê li Qahîre ya paytaxta Misirê kom bûn.

Her çar wezîr, piştî civînê li avahîya Yekîtîya Ereb preskonferanseke hevpar li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yên Misirê Samîh Şukrî dîyar kir ku bersîva Qatarê ya jibo lîsteya daxwazan ya bi 13 ‘’bi giştî neyênî’’ ye.

Şukrî da zanîn ku her çar dewlet, jiber ku Qatarê mudaxaleyî karên wan yên navxweyî kiriye tole ragihandine.

Wezîrê Karên Derve yên Erebîstana Saudî Adîl El-Cubeyr dîyar kir ku jiber bersîva neyênî, ewê li dijî Qatarê toleyên nû ragihînin.

Cubeyr, bi berdewamî ser helwesta Tirkîyê got ku ‘’em hêvî dikin ku Tirkîye bêalîbûna xwe bidomîne’’

Wezîrê Karên Derve yên Qatarê Muhammed bîn Abdurrahman El Sanî, ji Londonê bersîva her çar dewlet da.

Sanî got ku tevî ku toleyên hatine ragihandin li dijî peymanên navneteweyî ne jî, ew bang li her çar dewlet dikin ku bi Qatarê re danûsitandinan bikin.

XS
SM
MD
LG