Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Ereb Wê Dijî Qatarê Toleyên Nû Ragihînin


Erebîstana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn ragihand ku ewê li dijî Qatarê toleyên nû ragihînin.

Her çar dewlet, Qatarê bi piştgirîya terorê tawanbar dikin û jibo ku ambargoyê rakin ji Doha re lîsteya daxwazan ya bi 13 xal şandibû.

Rêvevirîya Qatarê, bicihanîna şertên her çar dewlet red kiribû.

Welatên Ereb, bi daxuyanîyeke hevpar da zanîn ku Qatar, bi redkirina lîsteyê nîşan dide ku naxwaze arîşeyê bi rêkên dîplomatîk çareser bike.

Her çar dewlet derbarê toleyên nû ti agahî neda û dîyar nekir ku ewê kengî destpê bikin.

Ji alîyê din ve, Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Amerîka Heather Nauert da zanîn ku Rex Tillerson ewê jibo çareserîyê here li Kuveytê hin hevdîtinan bike.

Kuveyt, bo çareserîyê navbeynkarîyê dike.

Nauert dîyar kir ku fikarên Amerîka yên derbarê kêşeya Qatarê kûrtir dibin.

XS
SM
MD
LG