Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîrê Qatarê Wê Serdana Îranê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku emîrê Qatarê dê roja Pêncşemê serdana Tehranê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand.

Li gor Reutersê, emîrê Qatarê dê berê here Îranê û dûre jî serdana Almanya, Brîtanya bike.

Emîrê Qatarê dê bi karbidestên Îranî û Ewrupî re ser peymana navokî ya 2015’an biaxife.

IRNA îro Çarşemê da zanîn ku Emîr Şêx Tamîm bîn Hemed el-Thanî dê ser peywendîyên dualî, peymanên dawî û hevkarîya bo Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya 2022’yan danûstandinê bike.

XS
SM
MD
LG