Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî Qatarê ragihand ku 90 ji sedê Firîngeha Kabulê hazir e.
Wî karbidestekî dîyar kir ku tevî wê hazirbûnê jî ew dê firîngehê qonax bi qonax vekin.
Vekirina firîngehê bo Talîbanê, ku di 15’ê Tebaxê de Kabul bi dest xwe xistibû, bûye yek ji karên cidî û sereke.
Firîngeha Kabulê ji temambûna operasyona vekişînê ya bi pêşengîya Amerîka vir ve girtî ye.
Karbidestekî din yê Qatarê dîyar kir ku roja Pêncşemê ji Kabulê firînek çêbûye, lê da zanîn ku ew ne firîna vekişandinê, ya normal bûye.
Piranîya Afganistanê jiber ku hîn ne di radara firînê de ye, firînên ber bi Kabulê ve dê di ser esmanê Pakistanê ve li dar kevin.