Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qatar: Bi Firîneke Taybet ji Kabulê 230 Kesên Din Hatine Derxistin


Karbidestekî payabilind yê hikûmeta Qatarê ragihand ku firoka taybet ya bo sîvîlên li Afganistanê mane roja Yekşemê 235 sîvîl jî Kabulê derxistine.

Wî karbidestî da zanîn ku bi vî awayî ji vekişîna Amerîka vir ve pênc firînên taybet çêbûne.

Ew rêwî heta diçin cîhên xwe yên li dawî dê li navendeke Qatarê ya bo kesên ji Afganistanê derdikevin hatiye çêkirin bimînin.

‘’Qatar bi hevkarên navneteweyî re ser azadîya rêwîtîyê yê li Afganistanê di hewildanan de ye û bala xwe dide ser ku alîkarîya mirovî bişîne wî welatî’’ wî karbidestî got.

Qatar bo welatên rojava û Talîbanê navbenynkarîyê dike. Ew welatê Kendavê, ku hevalbendekî nêz yê Washingtonê ye, bo bingeha leşkerî ya Amerîka ya herî mezin ya li Rojhilata Navîn û bo ofîsa sîyasî ya Talîbanê mazubanîyê dike.

XS
SM
MD
LG