Lînkên eksesibilîtî

Emîrê Qatarê Ser Kêşeya Kendavê Hişyarî Da


Emîrê Qatarê ser kêşeya dîplomatîk ya di navbera welatê wî û çar dewletên Ereb hişyarî da û dîyar kir ku ger maytekirineke leşkerî pêk were ewê li herêmê alozî çêbe.

Şêx Tamîm bîn Hamad el-Thanî da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump xwestiye ku mazubanîyeke bo hevdîtineke di navbera Qatar, Bahreyn, Erebîstana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de bike.

Şêx Tamîm, di bernamaya 60 Minutes ya kanala Amerîkî CBS de dîyar kir ku welatên din ti bersîv nedane vê pêşnîyazê.

Emîrê Qatarê got ku ‘’ewê hevdîtin di demeke nêz de li dar keta’’

Emîrê Kuveytê Şêx Sabah el-Ahmed el-Sabah, ku di meha Îlonê de bi Trump re kom bûbû, dabû zanîn ku ewê navbeynkarîya serokê Amerîka rê li tundûtûjîyê bigire.

Şêx Sabah, ku bo çareserkirina kêşeyê navbeynkarî dkir, gotibû ku ‘’ya girîng ew e ku em operasyona leşkerî rawestînin’’

Her çar dewlet, Qatarê jibo piştgirîya komên tundrê û peywendîyên bi Îranê re tawanbar dikin. Qatar îdiayan her çar dewlet red dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG