Lînkên eksesibilîtî

Qatar Airways Firînên ji Herêma Kurdistanê re Disekinîne


Kompanya Qatar Airways radigihîne ku ew li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, ji roja Înê pê ve, firînên ji bajarê Hewlêrê re radiwestîne.

Kompanya fermî ya Qatarê dîyar kir ku heta Şemî dê hemî fîrînên ku diherin Hewlêrê û ji wê derê vedigerin dê bi temamî werin betal kirin.

Kompanya Qatar Airways ya bingeh li Doha, yek ji sê şîrketên Kendavî ye ku difire Herêma Kurdistanê.

Biryar di vê demê de tê ku CEOyê Qatar Airways ji ajansa dewletê re gotibû ku heta ku qada esmanî vekirî bimîne û kêşeyên ewlehî nebin, ewê bi berdewamî bifirin Hewlêrê.

Şîrketa din ya Qatarî, FlyDubai ji berê de ragihandibû ku ewê ji roja Şemî pê ve, firînên Hewlêrê radiwestîne.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqî ji kompanîyên navnetewî xwestibû ku firînên ji Hewlêr û Silêmanî re heta roja Înê bisekinînin, bi sedema ku Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê pêk anîye.

XS
SM
MD
LG