Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Brîtanya Dê Serdana Qatar û Erebistana Saudî Bike


Wezîra Derve yê Brîtanya Liz Truss dê vê hefteyê bo pêşdebirina peywendîyên bi welatên Kendavê re serdana Erebistana Saudî û Qatarê bike.

Truss, ku berê wezîrê bazirganîyê bû, di serdanê de dê bi hemtayê xwe yê Saudî Prens Faysal bîn Farhan û Emîrê Qatarê Tamîm bîn Hamad el-Thanî re bicive.

Brîtanya di serê vê mehê de bo bazirganîya bi welatên Kendavê re gavên pêşî avêtibûn.

Xanim Truss hewil dide ku armancên dîplomatîk û aborî yên Brîtanya bi karên bo berevanî û ewlekarîyê re bimeşîne.

Truss dibêje ew dixwaze ku bandora Brîtanya ya piştî derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derxe asteke bilind.

Wezîra Derve yê Brîtanya dê bi karbidestên Qatarê re, ku di navbera welatên rojava û Talîbanê de navbeynkarîyê dikin, ser rewişa Afganistanê biaxive.

XS
SM
MD
LG