Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Qatar Wê li Afganistanê Nûnertîya Dîplomatîk ya Amerîkayê Bike


Ajansa Reutersê îro Înê ragihand ku Washington û Doha hevbîr bûn ku Qatar dê li Afganistanê nûnertîya dîplomatîk ya Amerîkayê bike.

Heman jêder dîyar kir ku li ber e îro di navbera Amerîka û Qatarê de peymanek were îmza kirin ku Qatar wê li Afganistanê berjewendîyên Amerîkî biparêze û bibe kanala danûstandinê ya navbera Washingtonê û hikûmeta Talîbanê ku Amerîka bi fermi nas nake.

Karbidestekî payebilind yê Amerîkî ji Reutersê re got ev biryar piştî şerê 20 salan ya navbera Washington û Kabulê, gaveke gîrîng e ku du navnera du alîyan de peywendîyên dîplomatîk destpê bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka û welatên Ewrupî jî di nav de, gelek dewletên cîhanê xemsar in ku Talîbanê nas bikin, bi sedema ku ew hemî civata Afganî hembêz nake û mafê jinan binpê dike.

XS
SM
MD
LG