Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem Otombêlên Qeterî, Piştî Qedexekirina bi Salan, Derbasî Erebistana Saudî Dibin


Televizyona dewletê ya Erebistana Saudî ragihand ku îro Şemîyê otombêlên welatê Qeterê bo cara yekem derbasî Erebistana Saudî bûn, piştî xerabûna pêwendîyên dîplomatîk ên hin welatên Ereb li gel Dohayê di sala 2017an de.

Ev gav encama rêkeftinekê ye di navbera herdû welatan de ku vê hefteyê pêk hatibû.

Ajovanê duyem otombêla Qeterî, ku di dergehê sînorî yê Samra-Salwa re derbas bû, ji televizyona Exbarîyê re got:

“Baş e ku kirîz çareser bû, û bixêrhatina germ a ku em pê hatin pêşwazîkirin û her wiha keyfxweşîya li ser rûyê birayên me diyar bûn.”

Erebistana Saudî roja Sêşemê rêkeftineke dawîanîna nakokiyên li gel Qeterê, ku bi piştgirîya Amerîka bû, ragihand.

Erebistana Saudî, Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, Behrên û Misrê dorpêşkirineke tund li ser Qeterê sepandin bi îdîaayên ku ew piştgirîya terorê dike û îranê razî dike.

Qeter wan tawanbarîyan red dike û dibêje armanca dorpêçkirinê ew kêmkirina serwerîya wê ye.

XS
SM
MD
LG