Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Rêberê El Qaydê yê li Yemenê Qasim El Rimî Hat Kuştin


Qesira Sipî ragihand ku yek ji rêberên El Qaydê Qasim El Rimî bi operasyoneke li Yemenê hatiye kuştin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku El Rimî bi fermana Serok Donald Trump hatiye kuştin, lê li ser dem û şiklê operasyonê ti agahî nehat dayîn.

El Rimî, ku wek berpirsê El Qaydê yê li Nîvgirava Ereb dihat naskirin, dî lîsteya terorîstan ya Amerîka de bû û bo bidestxistina serê wî 10 mîlyon dolar xelat dihat dayîn.

Washington dîyar dikir ku El Rimî berpirsê êrîşa dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Yemenê ye ku ew êrîş di sala 2008’an de pêk hatibû.

Qesira Sipî bi bîr xist ku El Rimî bi rêberê kuştî yê El Qaydê Usama Bîn Ladîn re jî li Afganistanê xebitîye.

Rojnameya New York Times di dawîya meha borî de ser kuştina El Rimî nûçeyek hazir kiribû û Trump ew nûçe ji hesabê xwe yê Twitterê belav kiribû.

XS
SM
MD
LG