Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke El Qayde de 19 Leşker li Yemenê Hatin Kuştin


Karbidestên Yemenî ragihand ku çekdarên El Qayde êrîş birin ser kampeke leşkerî ya li Yemenê û bi kêmî ve 19 leşker kuştin.

Mîlîtanên El Qayde bo demeke kurt kampa li gundê El Mahfad xist bin kontrola xwe, lê hêzên Yemenî, pitî çend seetan karîbûn ew careke din vegerînin kontrola xwe.

Roja Pêncşemê jî trombîleke bombebarkirî li nav kampeke leşkerî ya li bajarê Aden hatibû peqandin û di encamê wê de 13 polîs hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi rêka ajansa xwe ne nûçevanî Amaaq berpirsîya wê êrîşê rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG