Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Bajarên Amerîka Qedexeya Derketina Derve Radigihînin


Protestoyên ser mirina George Floyd yê reşik, ku li Minnapolis ya Amerîka dema ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû, didomin.

Jiber protestoyan li hin bajarên Amerîka qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Xwepêşandan bi kêmî ve li 30 bajarên Amerîka li dar ketin û li hin cîhan di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn çêbûn.

Li hin cîhan maşîne û avahîya hatin şewitandin û polîsan jî gaz û guleyên plastîk karanîn.

Protesto li bajarên wek Minneapolis, Los Angeles, New York, Chicago, Atlanta, Washington li dar ketin û li hin cîhên wek Philadelphia, Portland û Louisville bo şev qedxeya derketina destpê kir.

Di pevçûnên li Philadelphia de 13 polîs birîndar bûn û bi kêmî ve 35 kes hatin desteser kirin. Li wî bajarî maşîneyan polîsan hatin şewitandin û dikan hatin talan kirin.

XS
SM
MD
LG