Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Nûçeyên Dibêjin Amerîka Arîkarîya Îstixbaratî Daye Ukrayna Ne Rast In


Qesira Sipî ragihand ku nûçeyên ser arîkarîya îstixbaratî ya Amerîka ya bo Ukrayna ne rast in.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku nûçeyên îdia dikin ku Amerîka bo kuştina generalên Rûs arîkarîya îstixbaratî daye Ukrayna rastîyê nabêjin.

Rojnameya New York Times di rojên borî de dabû zanîn ku Amerîka bo kuştina generalên Rûs agahîya îstixbaratî daye Ukrayna.

Li gor nûçeya New York Timesê, Washingtonê bo tevgerên hêzên Rûs û navendên wan yên leşkerî bi hûrî agahî dane Kîevê.

Wê rojnameya dabû zanîn ku hêzên Ukrayna agahîyên xwe yên îstixbaratî û yên Amerîka dane ser hev û li qada şer bi qasî 12 generalên Rûs kuştine.

XS
SM
MD
LG