Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevika Qesira Sipî: Peyvajoya Împîçkirina Trump Sexte Ye


Berdevika Qesira Sipî Stephanie Grisham dîyar kir ku peyvajoya împîçkirina Serok Donald Trump sexte û ne rewa ye.

Grisham da zanîn ku axaftina Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi tiştekî naguherîne ku wê gotibû ku ‘’Îro rojeke dîrokî ye û mijara wan Qanûna Bingehîn ya Amerîka ye’’

‘’Serok Trump Peymana Bazirganîyê ya bi Çînê re ya bo berjewendîya Amerîkîyan e îmza kir û dê xebatên bo hemî Amerîkîyan bidomîne. Ew vî karî dike û li alîyê din, Demokrat jî dê xebatên dijî wî bidomînin’’ Grisham got.

Qanûndanerên Amerîkî bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar dan ku du xalên împîçkirinê bişînin pêş senatoran.

Civata Nûneran bi sedema ku Serok Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bo bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kiriye, împîçkirina wî pejirandibûB

XS
SM
MD
LG