Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Qesira Sipî: Li Amerîka Pêla Duyê ya Vîrusa Korona Çênebûye


Şêwirmenda Aborî yê Qesira Sipî Larry Kudlow dîyar kir ku li Amerîka pêla duyê ya vîrusa korona çênebûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku Kudlow gotiye ku her çiqas li hin eyaletên wek Florîda pêketina vîrusa korona zêde bûye jî nîşanên pêla duyê hîn nehatine dîtin.

‘’Niha em dizanin dijî vê kêşeyê têkoşîneke çawa bimeşînin. Ji zivistana borî vir ve pêşveçûneke mezin çêbû.’’ Kudlow got.

Wî dîyar kir ku êdî ew naxwazin ku li seranserê Amerîka dikan girtî bimînin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 2,300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 120,351 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG