Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Operasyona li Sûrîyê Peyamek E


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Amerîka bi operasyonê li Sûrîyê xwestiye nîşan bide ku Serok Joe Biden dê bo berevanîya Amerîkîyan tevbigere.

Psaki got ku Amerîka dê li herêmê bi tedbîr tevbigere û da zanîn ku Washington dixwaze ku girjîya li wan deran kêm bibe.

Wê dîyar kir ku operasyon bo ew rê li ber êrîşên nû bigirin pêwîst in.

Amerîka roja Înê li rojhilata Sûrîyê êrîşa esmanî birîbû ser komên girêdayî Îranê.

Karbidestên Amerîka gotibûn ku wan jiber êrîşên roketî yên Îraqê yên dijî karmendên Amerîkî bersîv daye.

XS
SM
MD
LG