Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Biden û Netanyahu Dê bi Rêka Telefonê Biaxifin


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Serok Joe Biden di demeke nêz de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi rêka telefonê biaxife.

Psaki bal kişand ku Biden dê ji herêma Rojhilata Navîn berê bi Netanyahu re bipeyîve.

Hin şirovekarên sîyasî dibêjin jiber ku Biden hîn bi Netanyahu re nepeyivîye û yek jî gotinên wî yên ser Erebistana Saudî raber dikin ku sîyaseta Washintonê ya li Rojhilata Navîn dê ji ya dewrê Serokê berê Donald Trump cudatir be.

Di rêvebirîya berê de, şîretvan û zavayê Trump, Jared Kushner bi prensê cîgir yê Erebistana Saudî re peywendîyeke xurt çêkiribû.

Trump yek ji hevalbendên nêz yên Netanyhau bû û hevkarîya Amerîka û Îsraîlê xurttir kiribû.

Psaki dîyar kir ku Îsraîl welatekî girîng e û got ku ew bi karbidestên wan re di danûstandinê de ne.

XS
SM
MD
LG