Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Xebatên Ser Dîtina Koka Vîrusa Korona Didomin


Qesira Sipî ragihand ku lêkolînên ser destpêka vîrusa korona yek ji karên sereke yên rêvebirîya Serok Joe Biden e.

Ji berdevikên Qesira Sipî, Karine Jean – Pierre dîyar kir ku ew dê bo dîtina bersivan giranîyê bidin ser lêkolînan.

Karine Jean – Pierre got ku dîtina koka vîrusa korona bo wan pir girîng e û dîyar kir ku bo wan lêkolînan dem jî muhîm e.

Wê da zanîn ku Amerîka û hevalbendên dê dijî Çînê têkoşînê bidomînin ku ew agahîyên zelal bide.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre ew derbazî dewletên din jî bûbû.

XS
SM
MD
LG