Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders di preskonferansekê de bang li Tirkîyê kir ku xwe ragire.
Sanders dîyar kir ku operasyona Efrînê dê kêşeya mirovahî ya li wê herêmê kûrtir bike û îstiqrara wir jî xirab bike.
‘’Em bang li Tirkîyê dikin ku him bo gotinan him jî bo operasayonan xwe ragire’’
Sanders da zanîn ku divê dem û berfirehîya operasyonê kin û teng be û ti zarar negêhije sîvîlan.
Berdevka Qesra Sipî dîyar kir ku operasyona Tirkîyê bala li ser têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) dişikîne û dibe ku El-Qayde û DAIŞ bi vê operasyonê re ji xwe re cîh û war çêkin.
Sanders da zanîn ku wan hay ji fikarên Tirkîyê yên ser ewlekarîyê heye û ew naxwazin ku rejîma Şamê ya ‘’zorbaz’’ jinûve vegere Efrînê.