Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Times: Li Qesra Sipî Dijî Trump Koma Berxwedanê Çêbûye


Karbidestekî payabilind yê Qesra Sipî bi nivîsekê ji New York Timesê re da zanîn ku li qesrê dijî Trump "komeke berxwedanê" çêbûye.

Di nivîsê de, ku navê wê "Ez beşeke berxwedanê ya di rêvebirîya Trump de me" ye, karbidest dide zanîn ku "bingeha kêşeyan bêexlaqîya Trump" e.

Karbidestê Qesra Sipî dîyar dike ku heta ku Trump diçe dê gelek berpirsên qesrê berevanîya sazîyên demokratîk bikin û rê li ber "helwestên Trump yên şaş yên dikarin encamên xirab çêkin" bigirin.

Karbidest dide zanîn ku jiber "bêexlaqîya Trump", "gotinên wî yên pûç yên ku dubare dike", û biryarên "bêzanebûn" û car caran jî "bêhed" dide, Trump tiştekî dibêje lê berpirsên Qesra Sipî tiştekî din dikin.

Karbidestê Qesra Sipî dîyar kir ku li qesrê "rêvebirîyeke duserî" çêbûye.

Karbidestê ku nivîs nivîsîye da zanîn ku ew Komarîyekî di "koma berxwedanê" de ye.

Serok Trump ser nivîsa di New York Timesê de got ku "bi awayekî newêrek" hatiye nivîsîn û bang li rojnameyê kir ku nasnameya nivîskar eşkere bike.

New York Timesê ragihand ku nasnameya nivîskêr hatiye piştrast kirin û dîyar ku jiber ku metirsîya karbidest ji kar were derxistin heye, nasnameya wî eşkere nakin.

XS
SM
MD
LG