Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku ew piştgirîya gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên ser bernameya navokî ya Îranê dikin.

Sanders da zanîn ku Qesra Sipî alîgirê hewildanên Netanyahu ye û got ku wî berî daxuyanîya xwe agahî daye Qesa Sipî.

‘’Bernameya navokî ya Îranê ji ya sala 2015’an, ku wê çaxê peymana navokî hatibû îmza kirin, pir berfirehtir e. Îranê ji serî heta dawîyê derew kirin’’ Sanders got.

Sanders dîyar kir ku peymana navokî li ser tiştên ne rast hatiye ava kirin û kapasîteya navokî ya Îranî ji ya tê gotin hîn berfirehtir e.

XS
SM
MD
LG