Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Qezayeke Trenê Gelek Birîndar li Skotlandê Hene


Nicola Sturgeon
Nicola Sturgeon

Serokwezîra Îskoçya (Scotland) Nicola Sturgeon îro Çarşemê ragihand ku di encama derketina treneke rêwîyan ya ser hesinrêyê de, hejmareke mirov li rojhilata Îskoçya bi giranî birîndar bûne.

"Tevî ku hûrgilîyên bûyerê hîn jî bi rêkûpekî dîyar nebûne jî, li gor raporên pêşîn birîndarbûnên giran hene. Ev bûyerek gelek cidî ye. Min raporek destpêkê ji Network Rail û karûbarên awarte wergirt û ez têm agahdar kirin. Dilê min û dûayên din min bi wan kesên re ye ku ew rûdan hatiye serê wan.," Sturgeon got.

Dîmenên vîdyoyên televîzyonê nîşan dan ku piştî ku trena ScotRail şeva borî ji xeta xwe derketiye, ji herêmek daristanî ya li nêzî Stonehaven ku li başûrê bajarê petrolê Aberdeen cîh digire, dûmanek reş bilind dibûn.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson got ku ew jiber bûyera pir cidî ya li Aberdeenshire xemgîn e û dûayên wî bi hemî kesên ku bandor bûne re ye.

Raporteke medyayê, ku ji hêla Sky News ve hate weşandin de tê gotin ku kesek hatiye kuştin, lê ew îdia hin nehatiye piştrast kirin.

Polîsan îro Çarşemê seat 09:40 danê serê sibehê agahî wergirtîye ku trenek ya li nêzî Stonehaven, bajarokê 15 km başûrê Aberdeen e, ji xeta xwe derketiye.

"Karûbarên Awarte niha beşdar in û bûyer berdewam dike, "berdevkeke polîsê Skotlandî got.

Di dîmenên televîzyonê de du ambulansên esmanî li qadeke nêzî cihê bûyerê, ligel qasî 25 maşîneyên polîs û ambûlans hatin nîşandan.

XS
SM
MD
LG