Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Qirgizistanê Jeenbekov Rewşa Awarte Ragihand


Serokê Qirgizistanê Sooronbai Jeenbekov îro Înê ragihand ku li paytext Bîşkekê rewşa awarte hate ragihandin.

Wî herwiha ferman da artêşê ku dawî li alozîyên berdewam bîne, di vê demê de ku piştgirên komên rikeber li kolanên dijî hev şer dikin.

“Em îro dîdevanîya gefeke mezin ya hember dewleta xwe dikin,” Jeenbekov got.

Kremlînê jî roja Pêncşemê ragihandibû ku divê kaos û alozîya li Qirgizistanê bi dawî were.

Jeenbekov, demeke zûtir ya îro ragihandibû ku dema kabîneyeke nû were damezrandin, ew amade ye dest ji kar berde.

Komên opozîsyonê yên li Qirgizistanê roja Sêşemê ragihandibû ku wan dest danî ser desthilatdarîya welêt û avahîyên dewletê û avahîya parlamentoyê xistibûn bin kontrola xwe.

Hezên opozîsyonê dîyar kiribû ku wan konseyeke kordînasyonê damezrandiye ku hikûmeteke demkî pêk bîne.

Li Qirgizistanê bingeheke esmanî ya Rûsî heye û herwiha kompanîyeke Kanadî jî emezin ya derxistina zêran dixebitîne.

Qirgizistan, ku bi Çînê re hevsînor e, hevalbendeke nêzîkî Rûsya ye.

Pispor bal dikşînin Moskow, Washington û Pekînê, jiber cîhê Qirgizistanê ya stratejîk ji mêjve hewila zêdekirina bandora xwe ya ser wî welatî dikin.

XS
SM
MD
LG