Komên opozîsyonê yên li Qirgizistanê îro Sêşemê ragihand ku wan dest danî ser desthilatdarîya welêt.
Li Qirgizistanê di xwepêşandanên paş hilbijartinê de komên opozîsyonê avahîyên dewletê û avahîya parlamentoyê ya li paytext Bişkek xistibûn bin kontrola xwe.
Li Bişkek, xwepêşanderan di dema êrîşê avahîya hikûmetê ya sereke, ku wek Qesra Sipî tê zanîn, otomobîlên ber parlementoyê şewitandin.
Hezên opozîsyonê dîyar kir ku wan konseyeke kordînasyonê ava kiriye û ew niha ser kabîneya hikûmeteke demkî nîqaş dikin.
"Serokên partîyên ku beşdarî hilbijartinê bûne pirsîyarîya jinûve avakirina aramîya giştî girtine ser xwe," konseyê got.
Serokê Qirgizistanê Sooronbai Jeenbekov bi daxuyanekê hewildana darbeya li welatî piştrast kir.
Jeenbekov banga aramîyê kir û got ku wî ferman daye hêzên ewlehîyê ku gule bernedin ser xwepêşanderan.
Di daxuyanîya ku ji hêla hikûmetê ve hat weşandin de, hat gotin ku heya niha kesek jîyana xwe ji dest daye lê 590 kes birîndar bûne.
Karbidestên hikûmeta Qirgizistanê ragihand ku hilbijartin wê jinûve were darxistin, lê wan dîyar nekir ku kî dê wê peyvajoyê bi rê ve bibe.
Herwiha komên opozîsyonê serokeke berê Almazbek Atambayev azad kirin ku piştî ku wî hember serokê niha Jeenbekov serî hildabû bi tawanên gendelîyê hatibû girtin.
Heya niha navê Atambayev, bo roleke ya di hikûmeta demkî de nehatîye destnîşan kirin, lê serok Jeenbekov ti nîşanên vekişandina ji desthilatdarîyê ranegihandiye.
Kabîneya hikûmetê ku ji avahîyeke li derveyî Qesra Sipî dixebite, ragihand ku ew xebatên xwe didomîne, lê Serokwezîr Kubatbek Boronov ji destpêka serhildanê vir ve di bîragiştî de xuya nekiriye.
Komîsyona hilbijartinê ya navendî dîyar kir ku wan encamên hilbijartinê betal kiriye, ku divê dengdanek nû di demek kurt de were kirin.
Li Qirgizistanê bingeheke esmanî ya Rûsî heye û herwiha kompanîyeke Kanadî jî madaneke mezin ya derxistina zêran dixebitîne.
Hejayê balkişandinêye ku Qirgizistan, ku bi Çînê re hevsînor e û hevalbendek nêzîkê Rûsya ye, lê jiber cîhê wê ya stratejîk çavê Moskow, Washington û Pekînê ji berê de ser wî welatî ye.