Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêder Dibêjin Kuştina Sivîlan li Herêma Beravê ya Sûrîyê Didome


Berdevkê Wezareta Berevanîya Sûrîyê Hesen Ebdulxenî ji Ajansa SANA ya hikûmeta Sûrîyê ragihand ku operasyonên leşkerî li herêma beravê ya Sûrîyê piştî pêkanîna armacên xwe bi dawî hat.

Lê, agahîyên ku ji herêma beravê tên, nîşan didin ku kuştina sivîlan li wir didome.

Jêderên ji wê herêmê ji Dengê Amerîka re piştrast dikin ku şewitandin malan û kuştin ser bingeha mezhebî didomin. Li alîyekî din, Komela Elewîyên Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dibêje ku çekdarên ser bi hikûmetê ve delîlên kuştinên bi komî li gundan vedişêrin.

Ebdulxenî piştrastîya wezaretê jibo rêvekirin û hêsankirina komîteya lêpirsînê anîn ziman.

"Hêzên me karîn şaneyên ewlehîyê û bermahîyên rejîma hilweşîyayî bêbandor bikin. Di encamê de gefan têk birin û herêmê ewle Kirin," Ebdulxenî ji SANA re got.

Lê agahîyên ku ji herêma beravê tên, piştrast dikin ku komkujîya sivîlan li wir berdewam e.

Komela Elewîyên Sûrîyê red kir ku binpêkirin rawestîya bin.

Lîna Berekat, endama rêvebirîya komelê, ku niha li bajarê Reqayê dimîne, eşkere kir ku komên çekdar yên girêdayî Şamê delîlên tawanên li cihên komkujîyan vedişêrin.

Berekat anî ziman ku roja Duşemê, anku piştî ragihandina komîteya lêpirsînê, artêşa Sûrîyê û hêzên bi wê ve girêdayî gundê Teanîta li gundewarê parêzgeha Tartûsê, Qedmûs û gundê Esalîyê li gundewarê Ceblê topbaran kirin.

Li alîyekî din, hat ragihandin ku îro Duşemê komîteyek ji Netwên Yekbûyî (NY) serdana gundên berava Sûrîyê kir.

Lê Berekat anî ziman ku biryar e ku komîte berê xwe bide bajarokê Muxtarîyê ya girêdayî Lazkîyê, jiber wê jî çekdarên hikûmetê xelkên ji Îdlibê li wî bajarokê bicî kirin e.

"Çekdarên ser bi hikûmeta Şamê sivîlên ji gundewarê Idlibê anîn li gundê Muxtarîyê bicî kirin, piştî ku rûniştvanên resen jê revîyan, da ku ji komîteya NY re bidin xuyakirin ku komkujî li wir tune, lê ne rast e," Berekat got. Dengê Amerîka nikare bi awayekî serbixwe van îdîayan piştrast bike.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), Ramî Ebdulrehman, ji Dengê Amerîka re hejmarek vîdeyo şandin, tê de laşên kuştîyan li kolana serekî ya taxa Qisûr ya bajarê Banyasê komkirî tên dîtin. SOHR piştrast kir ku ew ser destên hêzên ewlekarîya giştî ya ser bi hikûmeta Sûrîyê di 7’ê Adarê de hatin îdam kirin. Dengê Amerîka nikare bi awayekî serbixwe yan vîdyoyan piştrast bike.

Lê Dengê Amerîka hewl da ku xwe bigihîne mirovên qurbanîyên komkujîya taxa Qisûr ya Banyasê.

Ebas navê ne rast yê ciwanekî ji wê taxê ye. Wî xwest ku Dengê Amerîka jiber sedemên ewlekarî navê wî biguherîne.

"Xalê min, hevjîna wî û 3 zarokên wan hatin kuştin. Em ne bermahîyên rejîma berê ne. Komên çekdar yên bîyanî derbasî taxê bûn, titşê ku min bi çavê xwe dît jinek serjêkirin û hejmarek jin tazî kirin û paşê kuştin. Tenê gunehê me ku em Elewî ne. Rûniştvanên taxa Qisûr neman, hatin kuştin, di konterekê çopê de 12 saetan min xwe veşrat, heta li min bû şev, ez revîyam," Şahidê komkujîya Qisûr got.

Li alîeykî din, jêderên xwecîhî jiberava Sûrîyê piştrast dikin ku nan û av li deverê peyda nabin û elektrîk jî hatîye birîn.

Meryem navê ne rast e ya xwendekarekê ku got ew Elewî ye. Wê ji Dengê Amerîka re got, ev 4 roj in xwendekarên li rûniştgeha Zanîngeha Tişrînê dimînin bê nan û av mane, lê ew heta niha ewle ne.

"Em ewle ne heta niha, lê ne nan ne jî av heye," Meryem got.

Di 6 Adarê de, Hikûmeta Şamê ragihand ku hêzên ewlekarîya giştî li berava Sûrîyê li rastî zîncereke êrîşan hatin û hejmarek ji wan hatin kuştin.

Di bersîva hêzên ewlekarîyê û artêşa Sûrîyê de, li gorî SOHR, Ji 7 heta 9’ê Adarê, nêzîkî 40 komkujîyên mezhebî li dijî Elewîyan pêk hatin, têde 973 sivîlên Elewî ser destê leşkerên ser bi wezareta berevanîyê ya Sûrîyê û hêzên ewlekarîyê ve û çekdarên alîgirên wan hatin kuştin.

ZO_03_10_2025_Kustina_Elewiyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00
XS
SM
MD
LG