Qonaxa darizandina Seroka Donald Trump ya bo împîçkirinê li Civata Senatoran destpê kir.
Adam Schiff yê Demokrat, ku dê di darizandina Trump de wek dozger kar bike, xalên ser împîçkirinê xwendin.
Îdianameya ku têde ‘’bi awayekî xirab karanîna posta seroktîyê’’ û ‘’astengkirina Kongeresê’’ hebûn, ji alîyê Civata Senatoran ve hat pejirandin.
Schiff dîyar kir ku Trump hêza seroktîya Amerîka bo xirabîyê bikar anîye.
Wî da zanîn ku Trump zor daye hikûmeta Ukrayna ku maytekirina li hilbijartina seroktîyê ya Amerîka bike û got ku Trump iştre jî rê li ber lêpirsîna Civata Nûneran girtiye.
Seroka Qanûna Bingehîn ya Amerîka John Roberts dê doza dijî Trump birêve bibe.
Chuch Grassley, senatorê herî payabilind, John Roberts da sondê û wî bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir, lê biryarê dê ew nede.
Li gor qanûnên Amerîkî, 100 senator, ku dê wek şandeya jurî kar bikin, dê biryara dawî bidin.
Di Civata Senatoran de 53 kursîyên Komarîyan hene û li gor şirovekaran Trump dê neyê împîçkirin.