Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk ji Kar Dûr Xist


Bajarvana Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, hevşaredara Qoserê (Kiziltepe) ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz ji kar dûrxist û qeymeqam Huseyîn Çam li şûna wê wek bajarvan erkdar kir.

Walîtîya Mêrdînê di daxuyanîyeke nivîskî de got ku di derheqa Elîk de bi tawana "endamtîya rêxistina terorê" doz hatiye vekirin.

“Jiber ku karên dadwerî didomin, bo tedbîrê şaredar ji erka xwe hatiye dûrxistin,” daxuyanî bi berdewamî got.

Elîk dema çû avahîya bajarvanîyê ji biryarê agahdar bû û polîsan nehîşt ew têkeve hindurê avahîya şaredarîyê.

Elîk di hilbijartina 31 Adarê de bi rêjeya ji 70 ji sedê dengan girtibû û bûbû bajarvana Qoserê.

Bi biryara dawî ya Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê hejmara şaredarîyên ku ji destê HDP'ê hatin sitandin bû 14.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:40 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG