Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qralê Berê yê Îspanya Juan Carlos ji Welatê Xwe Bar Dike


Qralê berê yê Îspanya Juan Carlos biryar da ku ji wêlet bar bike.

Malbata Qralîyetê ya Îspanya ragihand ku Juan Carlos yê 82 salî biryara xwe bi nameyekê ji kurê xwe Qral Felipe re gotiye.

‘’Bo gel û sazîyên Îspanya, wek qral bi awayê herî rind xizmet bikim, piştî fikirîna kûr ya li ser barkirina ji Îspanya, biryara xwe ji we re eşkere dikim.’’ Juan Carlos di nameyê de got.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê medya Îspanya ragihand ku Juan Carlos ji zû de ji wî welatî bar kiriye.

Juan Carlos herwiha da zanîn ku ger dozger bixwazin lêpirsînê bikin ewê îfadeya xwe bide.

Ew di sala 2014’an piştî nûçeyên ser jîyana wî ya taybet ji textê xwe vekişîbû û cîhê xwe dabû kurê xwe.

Dadgeha Bilind ya Îspanya di meha Hezîranê de, ser rola Juan Carlos ya bo peymana trena lezgîn ya bi Erebistana Saudî re dest bi lêpirsînê kiribû.

Lêpirsîn, piştî îdiayên ku dîyar dikirin Qral Juan Carlos ji Erebistana Saudî 100 mîlyon dolar standîye û şandiye bankayên Swîsreyê destpê kiribbû.

Berpirsên dadgehên Îspanya hewil didin ku bi lêpirsînê tespît bikin ku Juan Carlos bi wan pereyan qanûn binpê kirine yan na.

Li gor qanûnên Îspanya, bo wî qralê berê heta 2014’an, wê sala ku ji textê vekişîye, parêzbendî heye û jiber wê jî ew dikare jiber karên xwe yên piştî wê salê were darizandin.


XS
SM
MD
LG