Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rizgar Kirina Bendava Tişrîn û Girîngiya Wê


Tishrin dam in Syria

Operasiyona rizgarkirina gundewarên başurê Kobanê dikeve roja xwe ya 6an , gelek gund hatin rizgarkirin, lê girîngtirîn armanca operisiyonê rizgarkirina bendava Tişrînê bû, bi rizgarkirina bendavê hêzên Suriya Demokratîk derbasî milê Rojavaê çemê Firat bûn bi koraniya 5 km, û pevçûn hîn jî, li milî din, tên berdewam kirin.

Hin Endamên HSD ê piştî rizgarkirina bendava Tişrîn
Hin Endamên HSD ê piştî rizgarkirina bendava Tişrîn

Bendava Tişrîn ya ku dikeve ser çemê Fira deverek ji herêma Minbijê ye, di navbera bendavê û sînorê Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) de, 80 km heye, bi dûratiya 115 km dikeve başurê rojavayê bajarê Helebê, giringiya bendavê ewe ku, rojava û rojhilatê çemê Firat bi hevdu ve girê dide, 1.9mm metren sêca av di gola wê de heye, ava bendavê ava Şêrîn e, ji bo ava vexwarinê û ya karê çandinê tê bi karanîn , herwiha bendav rojane 63 mîgaatên Elektrîkê derdixe. Fermandarê YPGê li Kobanê Dijwar Xebat girîngî û estratîciya bendavê ji bo dengê Amerîka dinirxîne.

Bendava Tişrîn û herêmên li dora wê bi operasiyoneke mezin hatin rizgarkirin , têde hemû pêkhateyên Hêzên Suriya Demokratîk beşdar bûn, herwiha firokên cengê yên hevpeymaniya nav dewletî jî beşdar bûn bi awakî kordîne bi hêzên li ser erdê re ji bo şerê li dijî DAÎŞê encamtir be hevkarî kirin, berî destpêkirina vê operasiyonê Amerîka ragîhand ku wan çek û cebilxane şand ji bo opersiyonê .

Derheqî hevkariyên jibo van herêman peyvadarê (QSD), Telal SiloDibêje ku kordîna wan bi firokan re başe lê çek û cebilxane têrê nake, jibo şerê li dijî DAÎŞ bîhtir bi ancam be pêwîstiya wan bi alîkarên zêdetir heye.

Tê xweyakirin ku, piştî bendava Tişrîn, ji aliye Hêzên QSD de hat rizgarkirin û derbasbûna van hêzan ya milê Rojavyê çemê Firat ewê operisiyonên wan li dijî DAÎŞê bên berdewam kirin.

Rizgarkirina Bendava Tişrîn û Giringîya Wê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG