Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Rizgarkirina Şedadê Destpê Kir


Hezên Sûriya demokrat

Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi Operasiyona "Xezeba Xabûr" ya rizagrkina bajarê Şedadê kirin, ku weke bingeha dawiyê ya çekdarên Daişê li kantona Cezîrê tê dîtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk
Hêzên Sûriya Demokratîk

Hêzên Sûriya Demokrat (QSD)ê, ji 2 mîhweran de êrîş dan destpêkirin, mîhwerê yekê ji aliyê Holê ber bi Şedadê û mîhwerê dûyan ji Çiyayê kezwanan.

Di roja yekê ya operasiyonê de nêzîkî 25 gund hatin rizgar kirin, ev operasiyon bi alîkariya êrîşên esmanê yên balefirên hevpeymanan tê destekkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk
Hêzên Sûriya Demokratîk

Şervanên beşdarî operasiyonê bûne, jibo Dengê Amerîka pişka kurdî dan xweya kirin ku wan 25 gund rizgarkirine û riya serke ya ku, bajarê Reqa paytexta Dewleta Îsalmî (DAIŞ)ê tê naskirin û bajarê Şedadê kontrolkirin, êdî hatinûçûna çekdarên Daişê dinvbera wan herdû bajarên giring de hatiye qutkirin

Herwiha şervanan daye xweyakirin ku bi tenê 10 Kîlometr mane ew bigehin bajarê Şedadê ku armanca vê Operasiyonê ye.

Operasyona Rizgarkirina Şedadê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG